Dijberiya cîgirê serokparlemanê Iraqê li hemberî hevdîtina Cebûrî û Barzanî
Cîgirê serokê Parlemana Iraqê tevî rexnekirina sefera serokê Parlemanê bo Hewlêrê, got: ``Ev sefer berovajiya nêrîna giştî ya parlementerên Iraqê ye``.
Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya Meyadîn a Libnanê, cîgirê serrokê parlemana Iraqê, Hemam Hemûdî herwiha got: ``Sefera roja Yekşemê ya Selîm Cebûriyê serokê parlemana Iraqê bo Hewlêrê û hevdîtina wî ya digel serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî sefereka kesane û şexsî bûye; Li halekî ku parlemanê çend pesendname li dijî rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê ji ber lidarxistina Giştpirsînê li vê herêmê pesend kirine``.
Hemûdî got: ``Betalkirian encamên giştpirsînê û rêzgirtina li qanûna Bingehîn û hikmên dadgeha Federal a Iraqê, wê alîakriya çareserkirina qeyrana niha navbera Bexda û Hewlêrê bikin``.
Li vî haî, Selîm Cebûrî, serokê Parlimana Iraqê roja Yekşemê bi daxûyaniyekê, îdia kir: ``Xwetêkeliya welatên navçeyê li qeyrana Herêma Kurdistana Iarqê, ewlehî û tenahiya Iraqê, wek welatekî, dêxe ber gef û xeterê``.
Selîm Cebûrî her wiha îdia kir ku hevdîtina wî digel serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî, bi merema kêmkirina kêşeyan navbera dewleta Iraqê û Hewlêrê pêk hatiye.
Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê qanûna bingehîn a vî welatî wek yekane ``Jêder û Xal`` li gotûbêja digel Herêma Kurdistana Iraqê da zanîn û destnîşan kir: ``Bi mercê rêzgirtina vê herêmê li Qanûna Bingehîn û betalkirina encamên Giştpirsînê, Bexda amade ye ku bi Hewlêrê ra bikeve diyalogê``.