Hikûmeta Bexdayê 4 xalên civîna Barzanî û du alîkarên serokomarê Iraqê red kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i273483-hikûmeta_bexdayê_4_xalên_civîna_barzanî_û_du_alîkarên_serokomarê_iraqê_red_kir
Berdevkê hikûmeta Iraqê Sedî Hedîsî derbarê biryarên civîna duh 7ê Cotmehê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û cigîrên Serokomarê Iraqê Usame Nûceyfî û Eyad Elawî de ku li ser 4 xalan li hev kiribûn daxuyanî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 08, 2017 15:10 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Bexdayê 4 xalên civîna Barzanî û du alîkarên serokomarê Iraqê red kir

Berdevkê hikûmeta Iraqê Sedî Hedîsî derbarê biryarên civîna duh 7ê Cotmehê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û cigîrên Serokomarê Iraqê Usame Nûceyfî û Eyad Elawî de ku li ser 4 xalan li hev kiribûn daxuyanî da.

Berdevkê hikûmeta Iraqê Sedî Hedîsî di daxuyaniya xwe ya 8ê Cotmehê ya îro de ragihand ku ew biryarên di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û cigîrên Serokomarê Iraqê Usame Nûceyfî û Eyad Elawî de hatine standin, nas nakin û got: "Em weke hikûmeta Iraqê tenê li gorî Destûra Iraqê tevdigerin."

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hûsên piştî civîna doh 7ê Cotmehê ya navbera Barzanî, cîgirên Serokomarê Iraqê Îyad Elawî û Usame Nûceyfî ragihandibû ku ji bo çareseriyê li ser 4 xalan lihevkirin çêbûye.

Xalên ku li ser wan li hev kirine ev bûn:

Destpêkirina guftûgo û civînên di navbera aliyên siyasî yên serekî yên Iraqê de ji bo aramkirina rewşê.

Civîn li ser ajendaya vekirî bêne encamdan.

Demildest rakirina dorpêçên li ser Herêma Kurdistanê.

Destpêkirina civînan di paşerojeke nêzîk de û pêkanîna hevahengiyan li van çarçovan de.