Herî kêm 100 kes ji edamên ewrûpî yên DAIŞê li Iraqê tên mehkemekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i273475-herî_kêm_100_kes_ji_edamên_ewrûpî_yên_daiŞê_li_iraqê_tên_mehkemekirin
Balyozê Iraqê li Belcîkayê, li bara mehkemekirina herî kêm 100 kes ji şervanên ewrûpî yên DAIŞê li Iraqê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 08, 2017 14:46 Asia/Tehran
  • Herî kêm 100 kes ji edamên ewrûpî yên DAIŞê li Iraqê tên mehkemekirin

Balyozê Iraqê li Belcîkayê, li bara mehkemekirina herî kêm 100 kes ji şervanên ewrûpî yên DAIŞê li Iraqê agahî da.

 Rojnama  brîtanî ya  Independent li malpera xwe ji zarê  Cewad  El-Hendawî,  balyozê Iraqê li Belcîkayê nivîsî: Kesên hanê welatiyên  Belcîka, Rûsiye, Çêçên û Asiyaya navendî ne ku tevlî DAIŞê bûne û ji piraniya wan  re îdam hatiye birînê.

Cewad Kazim El-Hendawî her wiha got: Nêzîkî 1400 kes ji endamên  malbata hêzên DAIŞê nêzîkî Mûsilê li bakurê Iraqê tên xweyîkirin ku piraniya wan xelkê Tirkiyê an welatên  Asiyaya navendî ne lê hejmarek jî xelkê Fransayê û Almanyayê ne.

 Balyozê Iraqê li Belcîkayê her wiha destnîşan kir: Bexdayê jibo dayîna biryarê li bara endamên  malbata  hêzên DAIŞê tev dewletên  ewrûpî li halê şêwirîn û hevkariyê ye lê hin  welatên ewrûpî naxwazin malbata  DAIŞiyan vegerin welatên xwe.

 Li gorî amara  YE, 15 heya sedî 20 terorîstên  ewrûpî li Iraq û Sûriyê hatine kuştin û sedî 30 heya 35ê  heya niha  venegeryane û nêzîkî  sedî 50 jî hîn li Sûriye  û Iraqê ne.

 Welatên ewrûpî ku her cure hewldanek kirin jibo alîkariya  bo terorîstên  Rojhilata  Navîn bitaybet terorîstên  bicihbûyî li Sûriyê , niha  rastî vegeryana  endamên ewrûpî yên terorîstên  DAIŞê û cihanîna  êrişên terorîstî hatine.