Zêdebûna nearamiyan li Kerkûkê ji ber Lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i273453-zêdebûna_nearamiyan_li_kerkûkê_ji_ber_lidarxistina_giştpirsîna_cudabûnê_li_herêma_kurdistana_iraqê
Li pey Lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê û zêdebûna nearamiyan li parêzgeha Kerkûkê, hejmareka parlementerên Iraqê, xwestin ku dewleta navendî ya vî welatî ji bo kontrola navçeyên kêşeliser navbera Hewlêr û Bexdayê bikeve tevgerê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 08, 2017 13:35 Asia/Tehran
  • Zêdebûna nearamiyan li Kerkûkê ji ber Lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê

Li pey Lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê û zêdebûna nearamiyan li parêzgeha Kerkûkê, hejmareka parlementerên Iraqê, xwestin ku dewleta navendî ya vî welatî ji bo kontrola navçeyên kêşeliser navbera Hewlêr û Bexdayê bikeve tevgerê.

Li gorî rapora roja Yekşemê ya kanala têlêvîzziyoniya El Iraqiyê, parlementerê parlimana Iraqê, Erşed Salihî got: Rewşa ewlehiyê li Kerkûkê bixeter bûye û parliman dixwaze ku hêzên dewletê ji bo vegerandina ewlehiyê li vê navçeyê têkevin tevgerê.

Endamê din ê parlemana Iraqê, Niyazî Memaroglu jî got: "Dewlet divê kontrola bîrên niftê bigire destê xwe û tu riyeka din ji bilî vê riyê tune".

Parlementerê din ê parlemana Iraqê, Ebas Beyatî jî got: "Dewleta navendî divê kontrola navçeyên kêşeliser li Kerkûkê bigire destê xwe û hêzan bişîne wê derê; Ji ber ku welatiyên van navçeyan ji bo pêkhatina aramî û tenahiyê girêdayî bi delweta navendî ne".

Li gorî nêrîna Komîsiyona Hiqûqî ya parlimana Iraqê, şandina hêzêmn dewletê bo Kerkûkê û navçeyên kêşeliser tu nakokiya xwe digel qanûna bingehîn a Iraqê tune.

Selîm Şewqî ji parlementerên din ên parlemana Iraqê got:"Pêkhatina nearamî an bêewlehiyê karekî cibnayetkarane ye û dewleta navendî divê bêyî paşvekişiyanê, ewlehî û tenahî û aştiyê li Kerkûkê cih bîne".

Li pey Lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê û piştî pesendnameya Konseya Parêzgariya Kerkûkê ya rakirina ala herêma Kurdistana Iraqê li ser avahî û navendên dewletê, êrîşa li ser navendên partiyên tirkmen û ereban li vê parêzgehê gurr bûne.

Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê tevî hebûna dijayetiyên cîhanî û berteka tund a dewleta Iraqê roja 25ê Îlona 2017an bi xwesteka kesane ya serokê herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî, hat lidarxistin. Evv pêngava Barzanî binpêkirina qanûna bingehîn a Iraqê û rêzikên navneteweyî ye.