Destpêbûna operasiyona azadkirina gundên bakûra Hewîcê ji destê terorîstan
Hêzên iraqî piştî azadkirina bajarê Hewîcê li bakûra Kerkûkê ji destê terorîstên DAIŞ`ê operasiyonek din ji bo azadkirina gundên bakûra vî bajarî destpê kirin.
Husên Mestaf qumandê tîpa 36 a leşkerê zirêxpûşe Iraqê li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona El-Eraqiye destnîşan kir: Li operasiyona azadkirina gundên bakûra Hewîcê heta niha 6 yan 7 gund li vê navçê ji destê terorîstan azad bûn û 27 manê û berbendên teqandinî ku terorîstan li ser riya hêzên iraqî danîbûn jî hatine pûçkirin û 3 erebên bombekirî yên terorîstan jî hatine teqandin.
Husên Mestaf destnîşan kir:Tiştek nemaye ku hemû gundên bakûra Hewîcê ji destê terorîstan azad bibin hêzên iraqî bigehêjin çeperên hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê.
Pêştir hêzên iraqî û hêzên pêşmerge rêketinnameyek li bara operasiyona azadkirina Hewîcê ji destê terorîstên DAIŞ`ê îmza kiribûn.
Ebdulemîr Yarullah jî gotibû piştî azadkirina bajarê Hewîcê ji destê terorîstên DAIŞ`ê operasiyona azadkirina rojavaya parêzgeha Enbarê dê destpê bibe.