Hevkariya artêşa Iraqê û Sûriyê li sînorên du welatan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i273413-hevkariya_artêşa_iraqê_û_sûriyê_li_sînorên_du_welatan
Serokê hêzên gelanî yên Iraqê ragihand ku hêzên eskerî yên vî welatî û hêzên sûrî bona azadkirina navçên sînorî ji destê terorîstan hevkariyê dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 08, 2017 05:41 Asia/Tehran
  • Hevkariya artêşa Iraqê û Sûriyê li sînorên du welatan

Serokê hêzên gelanî yên Iraqê ragihand ku hêzên eskerî yên vî welatî û hêzên sûrî bona azadkirina navçên sînorî ji destê terorîstan hevkariyê dikin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Ferat News`ê, Falêh Feyaz serokê hêzên gelanî yên Iraqê li Press konferansekê ragihand; Tenê navça sînorî ya El-Qaim di destê terorîstan daye ku hêzên iraqî û sûrî bona derxistina vê navçê bi hevra hevkariyê dikin.

Falêh Feyaz destnîşan kir; Hêzên gelanî yên Iraqê heta niha nexş û rolekî berbiçav li azadkirina navçên bin destê terorîstên DAIŞ`ê hebûne û roja îro ji ber hevkariya Heşda Şeibî, hêzên artêş û polîsê federal a Iraqê, terorîstên DAIŞ`ê li nav welêt rastî işkestê hatiye.

Operasyona azadkirina  bajarê Hewîcê wek meqera dawiyê ya  koma terorîst a DAIŞê li bakurê Iraqê li 21 Îlona 2017`an  bi beşdariya hêzên Heşda Şebî destpê bû.

Terorîstên  DAIŞê niha tenê hin beşên  axa Iraqê li sînorên  rojava yên vî welatî dagir kirine û navçên din  ên Iraqê ji hizûra  terorîstên tekfîrî hatin paqijkirin.