Bexda heta dema betalkirina encamên Giştpirsînê bi Hewlêrê ra nakeve gotûbêjê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i273351-bexda_heta_dema_betalkirina_encamên_giştpirsînê_bi_hewlêrê_ra_nakeve_gotûbêjê
Endamê taxima serokatiya Parlimana Iraqê li ser dijayetiya xwe digel her cûre gotûbêja navbera Bexda û Hewlêrê heta dema betalkirina encamên Giştpirsîna cudabûnê li Herêmam Kurdistana vî welatî pêgirî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 07, 2017 06:17 Asia/Tehran
  • Bexda heta dema betalkirina encamên Giştpirsînê bi Hewlêrê ra nakeve gotûbêjê

Endamê taxima serokatiya Parlimana Iraqê li ser dijayetiya xwe digel her cûre gotûbêja navbera Bexda û Hewlêrê heta dema betalkirina encamên Giştpirsîna cudabûnê li Herêmam Kurdistana vî welatî pêgirî kir.

Li gorî rapora roja Îniyê ya Kurd Pressê, Endamê taxima serokatiya Parlimana Iraqê, Hemam Hemûdî ji rayedarên Herêma Kurdistana vî welatî xwest ku encamên Giştpirsînê betal bikin û qanûna bingehîn a Iraqê cih bînin.

Endamê taxima serokatiya Parlimana Iraqê destnîşan kir: Giştpirsîn ji aliyê partiyekê va û bêyî şêwirmendiya digel partiyên din li Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

Berdevkê bereya tirkmenên Iraqê, Elî Mêhdî, jî bal kişande ser lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê û got: "Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, bi lidarxistina vê Gitşpirsînê bi êgir lîstiye".

Giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana iraqê, tevî dijayetiyên cîhanî û berteka webirr a dewleta Iraqê, 25`ê îlona 2017`an, li ser daxwaza kesayetî ya Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê, hate lidarxistin.