Serokkomarê Iraqê ser pêwîstiya rawestana li hember terorîzmê teqez kir
Çirî 06, 2017 16:24 Asia/Tehran
Fuad Mesûm li hevdîtina tev Selîm Cibûrî serokê parlemana Iraqê ser viyana vî welatî jibo jinavbirina terorîzmê teqez kir.
Li gorî rapora televîzyona El-Hedesê, Mesûm her wiha got: ``Bexdayê viyana cidî jibo jinavbirina terorîzmê, vegeryana awareyan û avedankirina hemî navçeyên azadbûyî ji destê DAIŞ`ê heye``.
Wî her wiha ji rola hevalbendiya navneteweyî û welatên dost li paşdevekişandina DAIŞ`ê ji axa Iraqê qedrzanî kir.
Selîm Cibûrî jî li vê hevdîtinê teqez kir ku qonaxa dudiyan piştî qonaxa azadkirina Iraqê ji destê terorîzmê, vegerandina awareyan bo navçên wan û amadekirina van navçana bo garantîkirina jiyana ewleh û biîzet e.