Serokên mesîhî yên bakurê Iraqê nîgeranê giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iarqê
Pênc rêvebrên klîseya katolîk û Ortodoks ên mesîhî li bakurê Iraqê li bara dûhatên giştpirsiya ciadbûna Kurdistana vî welatî ser jiyna a mesîhiyan dilgiraniya xwe dane diyarkirin.
Li dû lidarxistina giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê bi merema şexsî ya Mesûd Barzanî serokê vê herêmê, aloziya di peywedniyên dewleta navendî ya Iraqê tev berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê zêde bûye.
Li gorî rapora IRNA`yê, osqofên katolîk û ortodoks li Herêma Kurdistana Iraqê roja pênşemiyê li daxûyaniyekê hitmala gurtirbûna pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexadyê ji wan dûhatên giştpirsiya cidabûna vê herêmê ji Iraqê dan zanîn û daxwaza hewldana civaka navneteweyî jibo girtina pêşiya her cure hewldana jibo parvekirina navçên mesîhînişîn ên bakurê Iraqê mîna deşta Neynewayê kirin.
Osqofên katolîk û ortodoks li Herêma Kurdistana Iraqê bal kişandin ser pêwîstiya destpêbûna pêvajoya vejiyandina navçên mesîhînişîn ku li encama êrişên DAIŞê û şerê li dijî terorîzmê kavil bûne û li bara kêmasiyên binavahî û xizmetên giştî û dewama awaretiya beşek ji xiristiyaniyan li navçên din ji wan li Hewlêrê fukara xwe dane diyarkirin.
Lûyîs Rafaêl Sako, osqofê pilebilind ê klîseya keldanî ya Iraqê jî pêştir fukar û dilgiraniya xwe li bara dûhatên giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê dabû diyarkirinê û gotibû: Ev kiryara dikare bibe sedema pevçûnên nû yên eskerî li Iraqê ku têde gişt zirarê dikin.
Piştî ku giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê tevî dijberiyên cîhanî û berteka cidî ya dewleta Iraqê, 25ê Îlona 2017an ser îsrara Mesûd Barzanî li asta vê navçê û hin navçên bikêşe navbera Hewlêr û Bexdayê hat lidarxistin, rewşeke aloz li anvçê pêk hatiye.
Bexda giştpirsiya Kurdistana Iraqê li dijî qanûna bingehîn dizane û îsrarê dike ku divê encamên wê werin betalkirin.