Kuştina 270 terorîstan li operasiyona azadkirina Hewîceyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i273301-kuştina_270_terorîstan_li_operasiyona_azadkirina_hewîceyê
Polîsê Federal a Iraqê ji kuştina 270 terorîstan li operasiyona azadkirina Hewîceyê li 70 kîlomitriya başûra rojavaya Kerkûkê xeber da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 06, 2017 12:30 Asia/Tehran
  • Kuştina 270 terorîstan li operasiyona azadkirina Hewîceyê

Polîsê Federal a Iraqê ji kuştina 270 terorîstan li operasiyona azadkirina Hewîceyê li 70 kîlomitriya başûra rojavaya Kerkûkê xeber da.

Operasyona azadkirina  bajarê Hewîcê wek meqera dawiyê ya  koma terorîst a DAIŞê li bakurê Iraqê li 21 Îlona 2017`an  bi beşdariya hêzên Heşda Şebî destpê bû.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Polîsê Federal a Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku li operasiyona azadkirina bajarê Hewîcê navçeyek bi panî û berûniya 640 kîlomitrên çarkunc ku pêkhatî ji 141 navçe û gundan bûn ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bûn.

Pêştir Raêd Şakir Cewdet serokê polîsê federal ê Iraqê bal kişandibû ser kuştina 144 terorîstên DAIŞ`ê li qonaxa dudyan a operasiyona azadkirina Hewîceyê û ragihandibû: Li vê operasiyonê 23 navçe û gund ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bûne û 13 pêgehên terorîstan jî ji nav çûne û 150 malbatên iraqî ji navçên bin destê terorîstan rizgar bûn.

Piştî azadkirina Hewîcê ji destê terorîstan, niha hemû axa Iraqê xîncî hindek ji navçên sînorî yên vî welatî tev Sûriyê bi tamî ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê azad bûye.