Kiryara Bexdayê jibo bidestxistina kontrola derbasgehên sînorî li Kurdistana Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i273251-kiryara_bexdayê_jibo_bidestxistina_kontrola_derbasgehên_sînorî_li_kurdistana_iraqê
Komîta taybet a derbasgehên sînorî yên Iraqê ragahnd ku jibo cihanîna biryara dewleta navendî li Bexdayê dreheq bidestxistina kontrola derbasgehên sînorî li Herêma Kurdistana Iraqê, odeya operasyonê pêk aniye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 05, 2017 15:02 Asia/Tehran
  • Kiryara Bexdayê jibo bidestxistina kontrola derbasgehên  sînorî li Kurdistana Iraqê

Komîta taybet a derbasgehên sînorî yên Iraqê ragahnd ku jibo cihanîna biryara dewleta navendî li Bexdayê dreheq bidestxistina kontrola derbasgehên sînorî li Herêma Kurdistana Iraqê, odeya operasyonê pêk aniye.

 Li gorî rapora îro ya IRNA`yê, û ji zarê navenda  nûçan a El-Meilûmeya  Iraqê, Samî Sûdanî, fermandê komîta  taybet ê derbasgehên sînorî yên Iraqê raghand: Hemî derbasgehên  sînorî navbera Kurdistana Iraqê û welatên  Îran û Tirkiyê û her wiha balefirgehên  Kurdistana Iraqê dê bikevine kontrola dewleta navendî li Bexdayê. 

Li gorî gotina Sûdanî piştî cihanîna kiryarên  pêdivî ji aliyê Bexdayê, kontrola derbasgehên  Hac Umran, Perwîzxan û Başmaxê li sînorê tev Îranê û derbasgeha  Îbrahîm Xelîl li sînorê tev Tirkiyê dê bikevin destê dewleta navendî ya Iraqê.

 Li gorî vê raporê, ev biryara  dê bidestxistina  îznama pêdivî û girêdana  derbasgehên sînorî yên nefermî li Herêma Kurdistana  Iraqê jî biger ber xwe.

 Hevgav  şîrketa balefiran a  Iraqê li daxûyaniyekê li bara avakirina  odeya operasyonê jibo veguhestina  rêwiyên  Hewlêrê û Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Iraqê agahî da û raghand: Armanca  vê kiryarê girtina pêşiya  her cure  pirsgirêka muhtemel jibo rêwiyên  sergerdan li balefrgehên vê navçeyê ye.

 Piştî lidarxistina giştpirsiya yekalî ji aliyê hejmarek ji rayedarên  Herêma Kurdistana Iraqê Bexdayê komek kiryarên tenbêkirinê li dijî vê navçê xistine rojeva xwe ku qedexetiya  firînên  derveyî bo balefirgehên  Kurdistana Iraqê ji wana e.

 Li gor Bexdayê giştpirsiya hatîlidarxistinê li Herêma Kurdistana Iraqê û hin navçên  kêşeliser navbera Hewlêr û Bexdayê li dijî qanûna  bingehîn a Iraqê ye û divê encamên  wê were betalkirin.