Serdestiya hêzên hevpar ên iraqî ser bajarê Hewîcê
Kontrola bajarê Hewîcê li başûrê rojava Kerkûkê tam ketiye bin kontrola hêzên iraqî û tenê hin komên biçûk ên DAIŞ`ê li rojhilata vî bajarî de mane ku hêzên iraqî li halê şêr û azadkirina vê beşa Hewîcê ne.
Li gorî rapora IRIB Newsê, serleşkir Ebdulemîr Reşîd Yarullah fermandê hêzên hevpar ên Iraqê li operasyona azadkirina bajarê Hewîcê roja pênşemiyê got: Yekînên artêşê, polîs, hêzên li dijî terorîzmê, berteka destxwe û hêzên Heşda Şebî navenda bajarê Hewîcê tam ji lepên terorîstên DAIŞê paqij kirin û pêşdeçûna van hêzana tam didome.
Her wiha kargehên bombedanînê yên DAIŞê û hejmarek ji trimbêlên bombekirî yên terorîstan li pêvajoya operasyona hêzên iraqî jibo paqijkirina taxên Hewîcê hatine keşfkirin.
Li gorî vê raporê, meytên hejmareke zêde ji endamên koma terorîstî ya DAIŞê ji wan endamên derveyî yên vê komê li kûçe û kolanên navçên curbicure Hewîcê ser erdê tên dîtin.
Endamên DAIŞ`ê çend sietan zêdetir nekarîn ku li hember hêzên iraqî li navenda bajarê Hewîcê rawestin û hêzên hevpar ên iraqî li operasyona xwe li navça Hewîcê heya niha 300 gund ji lepên DAIŞê azad kirine.
Çavkaniyên iraqî jî ji dema destpêbûna operasyona artêşa Iraqê jibo şopandina endamên DAIŞê navbera Diyalê û Selahedînê li bakurê vî welatî agahî dan.
Terorîstên DAIŞê niha tenê hin beşên axa Iraqê li sînorên rojava yên vî welatî dagir kirine û navçên din ên Iraqê ji hizûra terorîstên tekfîrî hatin paqijkirin.