Serdestiya hêzên hevpar ên iraqî ser bajarê Hewîcê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i273247-serdestiya_hêzên_hevpar_ên_iraqî_ser_bajarê_hewîcê
Kontrola bajarê Hewîcê li başûrê rojava Kerkûkê tam ketiye bin kontrola hêzên iraqî û tenê hin komên biçûk ên DAIŞ`ê li rojhilata vî bajarî de mane ku hêzên iraqî li halê şêr û azadkirina vê beşa Hewîcê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 05, 2017 14:55 Asia/Tehran
  •  Serdestiya hêzên hevpar ên iraqî ser bajarê Hewîcê

Kontrola bajarê Hewîcê li başûrê rojava Kerkûkê tam ketiye bin kontrola hêzên iraqî û tenê hin komên biçûk ên DAIŞ`ê li rojhilata vî bajarî de mane ku hêzên iraqî li halê şêr û azadkirina vê beşa Hewîcê ne.

 Li gorî rapora  IRIB Newsê, serleşkir Ebdulemîr Reşîd Yarullah fermandê hêzên hevpar ên Iraqê li operasyona  azadkirina  bajarê Hewîcê roja pênşemiyê got: Yekînên artêşê, polîs, hêzên li dijî terorîzmê, berteka destxwe û hêzên Heşda Şebî navenda  bajarê Hewîcê tam ji lepên  terorîstên  DAIŞê paqij kirin û pêşdeçûna  van hêzana  tam didome.

 Her wiha kargehên  bombedanînê yên DAIŞê û hejmarek ji trimbêlên bombekirî yên terorîstan li pêvajoya  operasyona  hêzên  iraqî jibo paqijkirina  taxên  Hewîcê  hatine keşfkirin.

 Li gorî vê raporê, meytên  hejmareke zêde ji endamên  koma terorîstî ya DAIŞê ji wan endamên  derveyî yên vê komê li kûçe û kolanên  navçên curbicure  Hewîcê ser erdê tên dîtin.

 Endamên  DAIŞ`ê çend sietan  zêdetir nekarîn  ku li hember hêzên  iraqî li navenda  bajarê Hewîcê rawestin û hêzên hevpar ên iraqî li operasyona  xwe li navça  Hewîcê heya niha  300 gund ji lepên  DAIŞê azad kirine.

 Çavkaniyên iraqî jî  ji dema destpêbûna  operasyona  artêşa Iraqê  jibo şopandina  endamên  DAIŞê navbera Diyalê û Selahedînê  li bakurê vî welatî agahî dan.

 Terorîstên  DAIŞê niha tenê hin beşên  axa Iraqê li sînorên  rojava yên vî welatî dagir kirine û navçên din  ên Iraqê ji hizûra  terorîstên tekfîrî hatin paqijkirin.