Amerîka hokara sereke ya kêşeyan li Iraqê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i273225-amerîka_hokara_sereke_ya_kêşeyan_li_iraqê_ye
Berdevklê Bereya tirkmanên Iraqê hokara sereke ya kêşeyên heyî li Iraqê Amerîka û siyasetên bi qest ên vî welatî da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 05, 2017 12:12 Asia/Tehran
  • Amerîka hokara sereke ya kêşeyan li Iraqê ye

Berdevklê Bereya tirkmanên Iraqê hokara sereke ya kêşeyên heyî li Iraqê Amerîka û siyasetên bi qest ên vî welatî da zanîn.

Li gorî rapora roja Pêncşemê ya IRNA`yê, Berdevkê Bereya tirkmanên Iraqê, Elî Mehdî li hevpeyivîna digel ajansa nûçeyan a Anadoliya Tirkiyê her wiha got: ``Amerîkî tu wextê li dû yekîtî û rehetiyê li Iraqê nebûne û hertim di riya zêdekrina kêşeyan li Iraqê pêngav rakiirne``.

Berdevklê Bereya tirkmenên Iraqê bal kişande ser lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê û got: ``Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî bi lidarxistina vê giştpirsînê bi êgir lîst``.

Berdevkê Bereya tirkmanên Iraqê destnîşan kir: ``Dijayetiya Amerîkayê û heta hin welatên ewropî digel Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê ne rast e, ji ber ku armanca van dewletan parçekirina welatên navçeyê ye``.

Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê tevî hebûna dijayetiyên cîhanî û berteka tund a dewleta Iraqê û cînarên wê roja 25`ê Îlona 2017`an bi xwesteka kesane ya serokê vê herêmê, Mesûd Barzanî, hat lidarxistin. Ev karê Barzanî binpêkirina qanûna bingehîn a Iraqê û zagonên navneteweyî ye.