Iraq û Fransa li ser berdewamiya şerê li dij terorîsmê sekinîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i273221-iraq_û_fransa_li_ser_berdewamiya_şerê_li_dij_terorîsmê_sekinîn
Serokomarê Fransayê û serokwezîrê Iraqê li ser berdewamiya cidî ya şerê li dij terorîsmê pêgîrî kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 05, 2017 10:30 Asia/Tehran
  • Iraq û Fransa li ser berdewamiya şerê li dij terorîsmê sekinîn

Serokomarê Fransayê û serokwezîrê Iraqê li ser berdewamiya cidî ya şerê li dij terorîsmê pêgîrî kirin.

Li gor ragihandina AFP, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadîşeva çûyî li hevdîtina xwe ya Parîsê alûgor û bûyerên herî dawiyê li Iraqê hilkolandin û li ser rola Fransayê li qonaxa serpêda avakirina Iraqê bi hev re gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Iraqê herwiha desnîşan kir ku sefera wî ya Parîsê ti pêwendiyeke xwe bi Refrandûma Cudabûna Kurdistana Iraqê re tine û berî refrandûmê biryara vê seferê hatibû dayîn.

Hêjayê gotinêye ku Refrandûma Cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê ku hefteya bihûrî ji ber îsrara serokê vê Herêmê Mesûd Barzanî hat lidarxistin, rastî rexneyên tund li navçê û cîhanê hatiye.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh bi taximeke payebilind serdana Fransayê kir ji bo gotûbêja bi rayedarên vî welatî re ser pêwendî û hevkariyên du welatan.