Hevdîtinên Ebadî li Fransayê jibo dabînkirina hewcetiyên eskerî yên Iraqê
Serokwezîrê Iraqê li Parîsê li bara dabînkirina amûrên eskerî yên pêdivî jibo dewama cengê li hember terorsîatn tev şîrketên fransî muzakire kir.
Li gorî rapora Fanûs Newsê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li cihê mayîna xwe li Parîsê tev nunerên şîrketên frasnî hevdîtin û gotûbêj kir.
Wî tev nûnerên şîrketa çekan û amûrên cengê yên Talasê jibo dabînkirina hewcetiyên xwe yên leşkerî û tev rêveberê şîrketa niftê ya Totala Fransayê li bara hevkariya aborî hevdîtin pêk anî.
Li Hevdîtina tev nûnerê şîrketa Talasê, hewcetiyên hêzên ewlehiyê yên Iraqê jibo dewama şerê li hember terorîzmê û pergalkirina wê bi amûrên pêdivî jibo dewama cengê û paqijkirina navçên azadbûyî ji maynan û teqemeniyên mayî ji şêr hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Iraqê her wiha li hevdîtina tev Patrîk Ponyê rêveberê şîrketa niftê ya Totalê li bara berfirehkirina seramyedanînên niftê û gazê li Iraqê behs û û gotûbêj kir û Patrîk POnyê ser meyl û elaqeya vê şîrketê jibo hevkariya tev dewleta navendî ya Iraqê û beşdariya li planên alîgirê boriya Iraqê teqez kir.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro pênşemiyê çû Fransayê. Biryar e ew îro etv Êmanoêl Mekron serokkomarê Fransayê mijarên navçeyî, şerê li hember terorîzmê û giştpirsiya lidarxistinê li Herêma Kurdistana Iraqê bixe ber nehs û nîqaşê.