Serokwezîrê Iraqê sê rojan tazîdariya giştî raghand
Serokwezîrê Iraqê piştî wefata Celal Talebanî serokkomarê berê yê vî welatî û sekreterê giştî yê partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê, YNK, sê rojan tazîdariya giştî li serasnerê vî welatî raghand.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya malpera Bexda El-Yewmê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ferman da ku meytê serokkomarê berê yê Iraqê ku sê hefteyan berî niha jibo dermankirinê sefera Almanyayê kiribû bi balefireke taybet bê vegerandin bo Iraqê
Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê jî hefteyekê li vê navçê tazîdariya giştî raghandiye.
Celal Talibanî li sala 1933`am li nêzîkî bajarê Hewlêra Iraqê ji dayîk bû. Ew yekim serokkomarê ne-ereb ê Iraqê bû ku li sala 2005`an , du salan piştî êrişa eskerî ay Emerîkayê ser Iraqê û sernixûnbûna Rejîma Sedam bo vê postê hat bijartin.