Azadkirina tam a El-Hewîca Iarqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i273153-azadkirina_tam_a_el_hewîca_iarqê
Fermandehiya Heşda Şebî ya Iraqê roja çarşemiyê li bara azadkirina tam a bajarê Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê ji bin lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 04, 2017 14:48 Asia/Tehran
  • Azadkirina tam a El-Hewîca Iarqê

Fermandehiya Heşda Şebî ya Iraqê roja çarşemiyê li bara azadkirina tam a bajarê Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê ji bin lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê agahî da.

 Li gorî rapora El-Alamê, hêzên Heşda Şebî yên  Iarqê, navenda dawiyê ya terorîstên DAIŞê li Hewîcê xistin bin kontrola xwe û ji çend mêhweran li halê paqijkirina  tam a navçê ne.

 Hêzên Heşa Şebî sibeya çarşemiyê operasyoneke  berfireh jibo azadkirina  navenda Hewîcê destpê kirin.

 Hêzên iraqî li qonaxa ewil a operasyona  azadkirina  Hewîcê karîn ku  bi dehan gund û çend taxan  ji lepên  terorîstên  DAIŞê azad bikin û xisarên  giran li wan xînin.

Operasyona azadkirina  bajarê Hewîcê wek meqera dawiyê ya  koma terorîstî ya DAIŞê li bakurê Iraqê li 21 Îlona 2017`an  bi beşdariya hêzên Heşda Şebî destpê bû.

 Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê, 29 Îlonê,  destpêkirina qonaxa dudiyan a azadkirina  Hewîcê û hemî navçên  derdora wê raghandibû. Hewîce ku yek ji bajarên herî giring ên parêzgeha Kerkûkê li bakurê Iraqê ye, Çilla 2014`an ji aliyê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hat dagirkirin.