Azadkirina tam a El-Hewîca Iarqê
Fermandehiya Heşda Şebî ya Iraqê roja çarşemiyê li bara azadkirina tam a bajarê Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê ji bin lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê agahî da.
Li gorî rapora El-Alamê, hêzên Heşda Şebî yên Iarqê, navenda dawiyê ya terorîstên DAIŞê li Hewîcê xistin bin kontrola xwe û ji çend mêhweran li halê paqijkirina tam a navçê ne.
Hêzên Heşa Şebî sibeya çarşemiyê operasyoneke berfireh jibo azadkirina navenda Hewîcê destpê kirin.
Hêzên iraqî li qonaxa ewil a operasyona azadkirina Hewîcê karîn ku bi dehan gund û çend taxan ji lepên terorîstên DAIŞê azad bikin û xisarên giran li wan xînin.
Operasyona azadkirina bajarê Hewîcê wek meqera dawiyê ya koma terorîstî ya DAIŞê li bakurê Iraqê li 21 Îlona 2017`an bi beşdariya hêzên Heşda Şebî destpê bû.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê, 29 Îlonê, destpêkirina qonaxa dudiyan a azadkirina Hewîcê û hemî navçên derdora wê raghandibû. Hewîce ku yek ji bajarên herî giring ên parêzgeha Kerkûkê li bakurê Iraqê ye, Çilla 2014`an ji aliyê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hat dagirkirin.