Şemxanî ji ber jidunêçûna Talebanî sersaxî xwest
Sekreterê konseya bilind a ewlehiya netewî ya Îranê sersaxî daye gel û dewleta Iraqê ji ber xatira emrêxwedêkirina Celal Talebanî serokkomarê berê yê vî welatî.
Li gor rapora IRIB News`ê, Elî Şemxanî Sekreterê konseya bilind a ewlehiya netewî ya Îranê li peyama xwe ya îro çarşemê ji bo emrêxwedê kirina Celal Talebanî serokkomarê berê yê Iraqê got: Talebanî li rêya azadkirina ax û gelê Iraqê ji destê zilm û zora dîktatoriya Iraqê gelek fîdakarî kir û paşê jî xebitî ta ku Iraq cî û mewqiya xwe ya navnetewî peyda bike .
Talebanî di sala 1975`ê de li gel çend kesên din ji PDK veqetiya û YNK`ê damezirand.
Talebanî di sala 2003`yê de wek endamê Meclisa Hekem a Iraqê hat bijartin û di 6`ê Nîsana 2005`ê de wek heftemîn serokomarê Iraqê hat bijartin.
Talebanî di dawîya sala 2012`an de tûşî rawestana mejî bû û ew birin Almanyayê û piştî dermankirina 19 mehî zivirandin Herêma Kurdistana Iraqê û çendekê berî vîya bi dû giranbûna rewşa wî ya tenduristîyê ew careka din veguhestin Almanê ku duh di temenê 84 salîyê de emrê Xwedê kir.