Destpêka operasiyona azadkirina navenda Hewîcê
Çirî 04, 2017 10:19 Asia/Tehran
Karbidestên eskerî yên artêşa Iraqê ragihandin hêzên vî welatî li bereberê azadkirina tam a bajarê Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê li bakûra vî welatî ji destê terorîstan in.
Li gor rapora televîzyona Al-Alam`ê, Evdilemîr Reşîd Yarellah fermandeyê opêrasyona azadkirina Hewîcê îro çarşemê got: Operasiyona azadkirina navenda Hewîcê û navça El-Riyazê destpê bûye.
Wî bal kişande ser hizûra hêzên artêş, hêzên polîs û hêzên gelanî yên Iraqê li operasiyona azadkirina navenda Hewîcê û got: Hedefa vê operasiyonê azadkirina navenda Hewîcê û navça El-Riyazê û navçên din ên derûdora wan e.
Hêzên artêş û Heşdî Şebîyê yên Iraqê îniya buhurî qonaxa duyem a opêrasyona azadkirina Hewîcê li başûra rojavaya Kerkûkê ji sê maliyan ve destpê kirin.