Destpêka operasiyona azadkirina navenda Hewîcê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i273107-destpêka_operasiyona_azadkirina_navenda_hewîcê
Karbidestên eskerî yên artêşa Iraqê ragihandin hêzên vî welatî li bereberê azadkirina tam a bajarê Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê li bakûra vî welatî ji destê terorîstan in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 04, 2017 10:19 Asia/Tehran
  • Destpêka operasiyona azadkirina navenda Hewîcê

Karbidestên eskerî yên artêşa Iraqê ragihandin hêzên vî welatî li bereberê azadkirina tam a bajarê Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê li bakûra vî welatî ji destê terorîstan in.

Li gor rapora televîzyona Al-Alam`ê, Evdilemîr Reşîd Yarellah fermandeyê opêrasyona azadkirina Hewîcê îro çarşemê got: Operasiyona azadkirina navenda Hewîcê û navça El-Riyazê destpê bûye.

Wî bal kişande ser hizûra hêzên artêş, hêzên polîs û hêzên gelanî yên Iraqê li operasiyona azadkirina navenda Hewîcê û got: Hedefa vê operasiyonê azadkirina navenda Hewîcê û navça El-Riyazê û navçên din ên derûdora wan e.

Hêzên artêş û Heşdî Şebîyê yên Iraqê îniya buhurî qonaxa duyem a opêrasyona azadkirina Hewîcê li başûra rojavaya Kerkûkê ji sê maliyan ve destpê kirin.