Ruhanî: Celal Talibanî roleke girîng li yekitî û hevgirtina netewî ya Iraqê hebû
Serokomarê Îranê li peyamekê ji bo jidunêçûyîna Celal Talebanî serokomarê berê yê Iraqê û sekreterê giştî yê YNK`ê, sersaxî ji dewlet û gelê Iraqê xwest.
Li gor rapora IRIB News`ê, Hesen Ruhanî serokomarê Îranê li peyama xwe ya sersaxîxwestinê ya ji bo wefatkirina Celal Talebanî ragihand: Celal Talebanî bona qahîmkirina peywenda di navbera gel û etnîkên iraqî gelekê xebitî û bona serêxwegirtina prosa siyasî ya gotûbêjên dîplomatîk li navçê û cîhanê jî roleke girîng hebû.
Ruhanî bal kişande ser rola Talebanî li qahîmkirina peywendiyên biratiya di navbera gelên îran û Iraqê û hêviya xwe daye diyarkirin ku siyaseta navînrê û gelanî ya Celal Talebanî bibe mîratek bi erziş li çanda siyasî ya Iraqê û hemû aliyên vî welatî jê pêşwaziyê bikin.
Celal Talebanî di sala 1933`yê de li parêzgeha Hewlêra Iraqê hat dinyayê, ji destpêka dehsalîya 50`yî ya mîladî ve wek endamê damezirîner ê Yêketîya Xwendekarên Zanîngehan ser bi PDK`ê derbasî karên sîyasî bû û paşê bû endamê pilebilind yê vê partiyê.
Talebanî di sala 1975`ê de li gel çend kesên din ji PDK veqetiya û YNK`ê damezirand.
Talebanî di sala 2003`yê de wek endamê Meclisa Hekem a Iraqê hat bijartin û di 6`ê Nîsana 2005`ê de wek heftemîn serokomarê Iraqê hat bijartin.
Talebanî di dawîya sala 2012`an de tûşî rawestana mejî bû û ew birin Almanyayê û piştî dermankirina 19 mehî zivirandin Herêma Kurdistana Iraqê û çendekê berî vîya bi dû giranbûna rewşa wî ya tenduristîyê ew careka din veguhestin Almanê ku duh di temenê 84 salîyê de emrê Xwedê kir.