Amerîkayê ji Hewlêr û Bexdayê xwest bi hev re muzakire bikin
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert bertekên li dijî referandûma cudabûna Kurdistana Iraqê nirxandin û ji her du aliyan xwest ku li dora maseya muzakirê rûnin.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di axaftina xwe de bal kişand ser bertekên li dijî referandûma cudabûna Kurdistanê ji Iraqê û got: "Em li dijî hewldanên tundî yên aliyekî li hemberî aliyê din in."
Heather Nauert di axaftina xwe ya civîna çapemenî de bersiva pirsên referandûmê dan û got: "Li Iraqê em li dijî hemû şîdeta aliyekî ya li hemberî aliyê din in. Helwesta me ya li hemberî referandûmê neguheriye. Hem Hewlêr û hem jî Bexda divê rûnin dora maseya muzakirê, ji bo pêşeroja welatê xwe bê çi dixwazin bi xwe nîqaş bikin."
Nauert di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heke ji bo navbeynkariya herdu aliyan daxwaz were em amade ne ku ji wan re bibin alîkar, lê hê daxwazeke wiha ji me nehatiye kirin."