Bernameya merasîma cenazeyê Celal Talebanî diyar bû
Bernameya merasîma cenazeyê Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî eşkere bû.
Cenazeyê Serokomarê berê yê Iraqê û sekreterê YNK Celal Talebanî ku di nav Kurdan de wekî Mam Celal tê naskirin, piştî wefata wî ya roja 3`yê Cotmehê li Almanyayê, dê bi balafireke taybet ji Almanyayê bo Bexdayê were şandin.
Hat zanîn ku dê cenaze roja Înê 6ê Cotmehê bigihîje Bexdayê û dê li Koşka Selam merasîmeke fermî bo serokomarê berê Talebanî were sazkirin.
Dê termê Talebanî heman rojê piştî merasîma li Bexdayê were herêma Kurdistana Iraqê û dê bi merasîmeke cemawerî li bajarê Koya were definkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi minasebeta wefata Celal Talebanî 7 rojan şîna giştî li seranserê Herêma Kurdistana Iraqê ragihandiye.