El-Cibûrî: Biryarên parlemana Iraqê li gor qanûna bingehîn in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i273063-el_cibûrî_biryarên_parlemana_iraqê_li_gor_qanûna_bingehîn_in
Serokê parlemana Iraqê teqez kir: Parleman ser yekitiya helwest û parastina hurmeta qanûna bigehîn û sekinîna ser piştgiriya ji dewletê û xurtkirina yekitiya Iraqê teqez dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 03, 2017 16:33 Asia/Tehran
  •  El-Cibûrî: Biryarên parlemana  Iraqê li gor qanûna  bingehîn in

Serokê parlemana Iraqê teqez kir: Parleman ser yekitiya helwest û parastina hurmeta qanûna bigehîn û sekinîna ser piştgiriya ji dewletê û xurtkirina yekitiya Iraqê teqez dike.

 Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Mêhr Newsê, û ji zarê Someriye Newsê, Selîm Cibûrî serokê parlemana  Iraqê bal kişand ser vê yekê ku  rêçare jibo rewşa heyî di nava  Iraqê de ye ne di dervey wê de û got: Biryarên cihhatî ji aliyê parlemanê li gor qanûna  bingehîn e û biryar li bara nunerên  kurd, cizakirina komî an dijî kurdan nîne.

 Cibûrî tevî vexwedina nunerên  kurd jibo beşdariya  li civînên  tê yên parlemana Iraqê ragahnd:  Hemî endamên  parlemanê ji wan yên kurd ser biryarên  parlimanê disekinin.

Cibûrî teqez kir: Nunerên kurd ku  beşdarê parlemanê diin baweriya wan bi yekitiya  Iraqê heye û dijberê parvekirinê ne.

 Serokê parlemana Iraqê her wiha diyar kir: Teşkîlata  qanûndanînê li halê civandina hemî aliyan e ku planekê jibo çareseriya  navbera  Bexda û Hewlêrê amade bikin.

Gişpirsiya  cidabûnê li Herêma  Kurdistana  Iraqê tevî dijberiya  cîhanî û berteka tund  a dewleta Iraqê roja duşemiyê ser îsrara Mesûd Barzanî hat lidarxistin. Ev kiryara Barzanî weke binpêkirina qanûna bingehîn a Iraqê ye.