El-Cibûrî: Biryarên parlemana Iraqê li gor qanûna bingehîn in
Serokê parlemana Iraqê teqez kir: Parleman ser yekitiya helwest û parastina hurmeta qanûna bigehîn û sekinîna ser piştgiriya ji dewletê û xurtkirina yekitiya Iraqê teqez dike.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Mêhr Newsê, û ji zarê Someriye Newsê, Selîm Cibûrî serokê parlemana Iraqê bal kişand ser vê yekê ku rêçare jibo rewşa heyî di nava Iraqê de ye ne di dervey wê de û got: Biryarên cihhatî ji aliyê parlemanê li gor qanûna bingehîn e û biryar li bara nunerên kurd, cizakirina komî an dijî kurdan nîne.
Cibûrî tevî vexwedina nunerên kurd jibo beşdariya li civînên tê yên parlemana Iraqê ragahnd: Hemî endamên parlemanê ji wan yên kurd ser biryarên parlimanê disekinin.
Cibûrî teqez kir: Nunerên kurd ku beşdarê parlemanê diin baweriya wan bi yekitiya Iraqê heye û dijberê parvekirinê ne.
Serokê parlemana Iraqê her wiha diyar kir: Teşkîlata qanûndanînê li halê civandina hemî aliyan e ku planekê jibo çareseriya navbera Bexda û Hewlêrê amade bikin.
Gişpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê tevî dijberiya cîhanî û berteka tund a dewleta Iraqê roja duşemiyê ser îsrara Mesûd Barzanî hat lidarxistin. Ev kiryara Barzanî weke binpêkirina qanûna bingehîn a Iraqê ye.