Komkirina îmzeyê li parlemana Iraqê jibo girtina pêşiya vegera parlimanterên kurd
Çavkaniyekê li hevalbendiya neteweyî ya şîî ya serdest li Iraqê li bara kempêyna komkirina îzmeyê li parlemana vî welatî jibo girtina pêşiya derbasbûan endamên hevalbendiya Kurdistanê ku li gişpirsiya 25 Îlonê beşdar bibûn, agahî da.
Li gorî rapora ISNAyê, û ji zarê Someriye Newsê, hin endamên şîe û fraksiyonên sune yên parlemanê îzme kom kirine ku nehêlin nunerên kurd ên ku li giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê beşdar bibin, li civîna îro beşdar bibûn.
Li gorî vê raporê, nunerên ku dijberê beşdariya nunerên kurd li cîvîna îro ne dixwezin ku navên nunerên kurd ên beşdarê giştpirsiyê bidin dadgeha federal da ku li hember binpêkirina qanûna bingehîn ji aliyê wan biryar were dayîn.
Hin fraksiyonên kurd ji wan tevgera Goranê û komên Îslamî raghandin ku qutkirina peywendiyên xwe tev parlemana Iarqê ku 10 rojan kêşa , dê arwestînin û dê vegerin parlemanê.
Nunerên kurd wê demê ji parlemanê derketin ku nuneran bi pêşnumayekê giştpirsiya Herêam Kurdistanê red kirin.
Gişpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê tevî dijberiya cîhanî û berteka tund a dewleta Iraqê roja duşemiyê ser îsrara Mesûd Barzanî hat lidarxistin. Ev kiryara Barzanî weke binpêkirina qanûna bingehîn a Iraqê ye.
Sep 30, 2017 18:25 Asia/Tehran