Yekem car Têlêvîziyona Iraqê bi Zimanê Kurdî nûçe belav kirin
Heftiyekê piştî lidarxistina Giştpirsîna cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê têlêvîziyona fermî ya vî welatî nasyar bi El Iraqiyê roja Duşemiyê bo cara yekem beşeka nûçeyên xwe bi zimanê Kurdî weşand.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fransayê ji Bexdayê, ev beşa nûçeyan ji demjimêr 19 li gorî dema herêmî dest pê bû û bi qasî deh deyqeyan hat domandin.
Li vê beşê ku bi zimanê Kurdî hat weşandin, nûçeyên herêmî û navneteweyî hatin weşandin.
Kerîm Hemadî birêvebirê têlêvîziyona El Iraqiyê li hevpeyivîna bi ajansa nûçeyan a Frasnayê ra got: "Eva cara yekem e ku ji Kanala têlêvîziyonî û Radyoyî ya El Iraqiyê em nûçeyan bi Zimanê Kurdî diweşînin".
Dewleta Iraqê lidarxistina Giştpirsîna cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê di roja 25ê Îlona 2017an neqanûnî daye zanînê. Dewleta Iraqê pêgiriyê dike ku Herêma Kurdistanê beşeka cudanebûyî ji vî welatî ye.
Bexdayê bi qedexekirina firrînên navneteweyî ber bi du firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê pêngavên tembîkirinê li dijî Herêma Kurdistanê rakirine.
Giştpirsîna cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê Tevî hebûna dijayetiyên navxweyî û derveyî, navçeyî û cîhanî û berteka tund a dewleta Iraqê roja 25ê Îlona 2017an bi xwesteka kesane ya serokê vê herêmê, Mesûd Barzanî, hat lidarxistin. Ev karê Barzanî binpêkirina qanûna bingehîn a Iraqê û rêzikên navneteweyî ye.