Destpêbûna opêrasyona azadkirina devera Reşadê li Hewîcê
Fermandeyê opêrasyona azadkirina Hewîcê îro ragihand ku opêrasyona azadkirina devera Reşadê ji lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê destpê bû.
Li gorî rapora Fars News`ê, Evdilemîr Reşîd Yarulah fermandeyê opêrasyona azadkirina Hewîcê bi daxûyanîyekê ragihand: Ev opêrasyona ji hêla sazîya dijî têrorîsmê û yekîneyên Heşdi Şeibîyê ve bi armanca azadkirina devera Reşadê û gundên derdora wê hatîye lidarxistin.
Reşad ser bi bajarê Hewîcê û li 45 kîlomêtrîya başûra rojavaya bajarê Kerkûkê ye.
Hêzên artêş û Heşdi Şeibîyê yên Iraqê înîya buhurî qonaxa duyem a opêrasyona azadkirina Hewîcê li başûra rojavaya Kerkûkê ji sê mêhweran ve destpê kirin.
Qonaxa yekem a opêrasyona azadkirina Hewîcê baregeha herî girîng a koma têrorîst a DAIŞ`ê li bakûra Iraqê di 21`ê Îlonê de destpê bû û bi awayekî serketî bi dawî hat. Navenda propaganda şêrr a Iraqê jî ragihand ku di encama vê opêrasyonê de 63 gund hatin azadkirin.