Serdestîya hêzên iraqî li balafirgeha leşkerî ya Fethê
Fermandeyê opêrasyona azadkirina Hewîcê li parêzgeha Kerkûk a Iraqê ragihand ku hêzên çekdar ên Iraqê balafirgeha leşkerî ya Fethê li vî şarî xistin bin kontrola xwe.
Li gorî rapora televîzyona Al Hadas`ê, serleşker Evdilemîr Yarulah ragihand, hêzên iraqî kontrola balafirgeha Fethê û 25 gundan li başûra Hewîcê girtin destê xwe.
Yarulah herwiha got: Avahîya şîrketa derxistina niftê li çîyayên Oceylê li vê deverê jî ji lepên DAIŞ`ê hat derxistin.
Wî herwiha got: Hêzên hevpişk herwiha pişka bakûr a çîyayên Hemrînê xistin bin kontrola xwe. Pira Zegîton ber bi pişka Rîyazê ya bajarê Hewîcê jî hat azadkirin.
Hêzên artêş û Heşdi Şeibîyê yên Iraqê înîya buhurî qonaxa duyem a opêrasyona azadkirina Hewîcê li başûra rojavaya Kerkûkê ji sê mêhweran ve destpê kirin.
Qonaxa yekem a opêrasyona azadkirina Hewîcê baregeha herî girîng a koma têrorîst a DAIŞ`ê li bakûra Iraqê di 21`ê Îlonê de destpê bû û bi awayekî serketî bi dawî hat. Navenda propaganda şêrr a Iraqê jî ragihand ku di encama vê opêrasyonê de 63 gund hatin azadkirin.