Şertê sereke yê dewleta navendî ya Iraqê ji bo gotûbêja digel Hewlêrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272921-Şertê_sereke_yê_dewleta_navendî_ya_iraqê_ji_bo_gotûbêja_digel_hewlêrê
Nivîsgeha ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê ragihand: Berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê divê destpêkê encama giştpirsîya neqanûnî ibtal bikin ta ku piştî wê, gotûbêja cidî di navbera Bexda û Hewlêrê de destpê bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 02, 2017 08:28 Asia/Tehran
  • Şertê sereke yê dewleta navendî ya Iraqê ji bo gotûbêja digel Hewlêrê

Nivîsgeha ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê ragihand: Berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê divê destpêkê encama giştpirsîya neqanûnî ibtal bikin ta ku piştî wê, gotûbêja cidî di navbera Bexda û Hewlêrê de destpê bibe.

Li gorî rapora kanala Al Mayadeen`ê, li daxûyanîya nivîsgeha Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ku îro hat weşandinê, hatîye: Berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê divê tekezîyê li ser pêbendîya li destûra bingehîn û biryarên dadgeha bilind a fêdêral a Iraqê bikin.

Li dewama vê daxûyanîyê hatîye: Berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê divê handana niştecihên di bin kontrola xwe de bi dawî bînin.

Konseya Bilind a Giştpirsîya Herêma Kurdistana Iraqê duh ragihand ku dil heye muzakireya digel dewleta navendî ya Iraqê bike.

Gişpirsiya  cidabûnê li Herêma  Kurdistana  Iraqê tevî dijberiya  cîhanî û berteka tund  a dewleta Iraqê roja duşemiyê ser îsrara Mesûd Barzanî hat lidarxistin. Ev kiryara Barzanî weke binpêkirina qanûna bingehîn a Iraqê ye.