Şertê sereke yê dewleta navendî ya Iraqê ji bo gotûbêja digel Hewlêrê
Nivîsgeha ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê ragihand: Berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê divê destpêkê encama giştpirsîya neqanûnî ibtal bikin ta ku piştî wê, gotûbêja cidî di navbera Bexda û Hewlêrê de destpê bibe.
Li gorî rapora kanala Al Mayadeen`ê, li daxûyanîya nivîsgeha Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ku îro hat weşandinê, hatîye: Berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê divê tekezîyê li ser pêbendîya li destûra bingehîn û biryarên dadgeha bilind a fêdêral a Iraqê bikin.
Li dewama vê daxûyanîyê hatîye: Berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê divê handana niştecihên di bin kontrola xwe de bi dawî bînin.
Konseya Bilind a Giştpirsîya Herêma Kurdistana Iraqê duh ragihand ku dil heye muzakireya digel dewleta navendî ya Iraqê bike.
Gişpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê tevî dijberiya cîhanî û berteka tund a dewleta Iraqê roja duşemiyê ser îsrara Mesûd Barzanî hat lidarxistin. Ev kiryara Barzanî weke binpêkirina qanûna bingehîn a Iraqê ye.