Azadkirina meydanên niftê yên Elasa Iraqê
Hadî Amêrî sekreterê giştî yê Rêxistina Bedrê û ji fermandeyên hêzên heşa şebî ya Iraqê li bara azadkirina tam a meydanên niftê Elasê li parêzgeha Selahedînê agahî da.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Someriye Newsê, çavkaniyeke xwecî li parêzgeha Kerkûkê 29ê Îlonê raghandibû grûpa terorîstî ya DAIŞê agir berdane du bîrên niftê li meydanên niftê yên Ealsê li çiyayên Hemrînê li parêzgeha Selahedînê.
Tê gotin ku armanca DAIŞê ji agirberdna van bîran, pêkanîna nakokiyê li pêşdeçûna hêzên iraqî û girtina pêşiya êrişa ser hêzên wê li meydana şêr e.
Di eynî demê de Şakir Cewdet serokê polîsê federal li hevpeyvîna tev kanala nûçan a Meyadîna Lubnanê got: Hêzên çekdar ên Iraqê navça stratejîk a Fetheyê ji lepê terorîstên DAIŞê azad kirin. Cewdet got: Ev hêz niha li halê geriyana veşartgehên treorîstan û paqijkirina navçê jibo vegreyana awareyan in.