Beşdariya zêde ji du milyon tazîdaran li merasima Aşûraya Huseynî li Kerbelayê
Merasima Aşûraya huseynî îro yekşemiyê li halekê li Kerbelaya Muella kuta bû ku li gorî gotina rayedarên xwecî, hejmara ziyaretkirên ku li merasima îsal li vî bajarî beşdar bûne, ji du milyon kesî derbas bû.
Li gorî gotina `, dsteya herî mezin a tazîdariyê bi navê Tewîrîcê roja yekşmiyê hevgavê Aşûraya Huseynî derbasî nava herema Îmam Huseyn (s) bû. Desteya Tewîrîcê her salê bi beşdariya welatiyên iraqî û şîeyên welatên curbicur diçin Kerbela û dema banga nîvro ji Beyn Ul-Heremeynê derbas dibe.
Merasima îsal a roja Aşûrayê li Kerbelaya Muella piştî nimêja cimaetê ya îniyê û berêvarê kuta bû û Kerbelayê xwe jibo Erbeîna Huseynî ya Îsal amade dike.
Li gor nûçeyeke din ji nîvroya Aşûrayê li Iraqê, merasima bicoş a Aşûraya Huseynî li bajarê Silêmaniyê li bakurê Iraqê bi beşdariya bi sedan kes ji tazîdarên sunne û şîe hat lidar xistin.
Tevî dijberiya navbera Bexda û Hewlêrê li bara gişpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê lê îsal hejmarek ji berpirs û kesayetiyên siyasî yên kurd bi muansibeta Aşûraya Huseynî hin daxûyanî weşandine û Îmam Huseyn(s) wek mînakê yekitiyê nav misilmanan dan zanîn.