Beşdariya zêde ji du milyon tazîdaran li merasima Aşûraya Huseynî li Kerbelayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272877-beşdariya_zêde_ji_du_milyon_tazîdaran_li_merasima_aşûraya_huseynî_li_kerbelayê
Merasima Aşûraya huseynî îro yekşemiyê li halekê li Kerbelaya Muella kuta bû ku li gorî gotina rayedarên xwecî, hejmara ziyaretkirên ku li merasima îsal li vî bajarî beşdar bûne, ji du milyon kesî derbas bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2017 15:13 Asia/Tehran
  •  Beşdariya  zêde ji du milyon tazîdaran li merasima  Aşûraya Huseynî li Kerbelayê

Merasima Aşûraya huseynî îro yekşemiyê li halekê li Kerbelaya Muella kuta bû ku li gorî gotina rayedarên xwecî, hejmara ziyaretkirên ku li merasima îsal li vî bajarî beşdar bûne, ji du milyon kesî derbas bû.

 Li gorî gotina `, dsteya herî mezin a tazîdariyê bi navê Tewîrîcê roja yekşmiyê hevgavê Aşûraya Huseynî derbasî  nava  herema  Îmam Huseyn (s) bû. Desteya  Tewîrîcê her salê bi beşdariya  welatiyên  iraqî û şîeyên  welatên curbicur  diçin Kerbela û dema  banga  nîvro  ji Beyn Ul-Heremeynê derbas dibe.

 Merasima  îsal a roja Aşûrayê li Kerbelaya  Muella piştî nimêja   cimaetê ya îniyê û berêvarê kuta bû û Kerbelayê xwe jibo Erbeîna  Huseynî ya Îsal amade dike.

 Li gor nûçeyeke din ji nîvroya Aşûrayê li Iraqê,  merasima  bicoş a Aşûraya Huseynî li bajarê Silêmaniyê li bakurê Iraqê bi beşdariya bi sedan kes ji tazîdarên  sunne û şîe hat lidar xistin.

 Tevî dijberiya navbera Bexda û Hewlêrê li bara gişpirsiya  cidabûna  Herêma Kurdistana Iraqê lê îsal hejmarek ji berpirs û kesayetiyên  siyasî yên kurd bi muansibeta  Aşûraya Huseynî hin daxûyanî weşandine û Îmam Huseyn(s) wek mînakê yekitiyê nav misilmanan dan zanîn.