Serketina hêzên hevpar ên iraqî li hember DAIŞ`ê li Hewîcê
Fermandeyê Polîsê Federal ê Iraqê, got: Hêzên hevpar ên iraqî, 207 terorîstên DAIŞ`ê li qonaxa duyem a operasyona azadkirina Hewîcê, kuştine û 50 trombîlên bombekirî û 20 trombîlên biçek jî rûxandine.
Li gorî rapora nûçegîhanê me, Raêd Cewdet Şakir, fermandeyê Polîsê Federal ê Iraqê, berêvariya şemiyê ragihand: Bernameya yekemîn a qonaxa duyem a operasyona azadkirina Hewîcê, bi awayekî serketî, bi dawî hat.
Hêzên artêşê û Heşda Şebî ya Iraqê, sibeha roja îniyê, qonaxa duyemîn a operasyona azadkirina Hewîcê li başûrê rojavaya Kerkûkê ji sê mêhweran ve dest pê kirin.
Raêd Cewdet Şakir, ji azadkirina 344 kîlometreya çarkunc a navçeyên li bin lepên DAIŞ`ê li Hewîcê agahî da û ragihand 28 qeza û gund ku li bin lepên DAIŞ`ê bû, hatine rizgarkirin.
Di eynî demê de, şêwirmendê pişka ragihandinê ya Rêxistina Şerrê dijî Terorîsmê ya Iraqê jî, roja şemiyê got: Hêzên iraqî karîn nêzî sedî 50`ê bajaroka Hewîcê, ji bin lepên koma terorîst a DAIŞ`ê azad bikin.
Li gorî rapora rojnama misrî ya El Yem El Sabê, Sebah El Neman, şêwirmendê pişka ragihandinê ya Rêxistina Şerrê dijî Terorîsmê ya Iraqê, destnîşan kir: Hêzên ewlehiyê yên Iraqê karîne ji sê mêhweran ve derbasî nav bajaroka Hewîcê bibin.ç
Pişka ragihandinê ya Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê jî berî niha li daxuyaniyekê ragihand: Hêzên ewlehiya Iraqê ligel tîpên 11 û 12`an ên Heşda Şebî, karîn ku zincîreçiyayên Hemerînê azad bikin û alaya Iraqê li ser wê daliqînin.
Kanala nûçeyan a AL ALAM`ê jî şemiyê bi şev ragihand: Balafirên artêşa Iraqê, êriş birine ser hejmarek ji serkirdeyên koma terorîst a DAIŞ`ê li navçeya El Qaimê li rojavaya parêzgeha El Enbarê û di encama vê êrişê de zêde ji 40 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.