Iraq: Sefera Ebadî bo Fransayê tu têkiliya xwe bi giştpirsiya kurdan re tuneye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272859-iraq_sefera_ebadî_bo_fransayê_tu_têkiliya_xwe_bi_giştpirsiya_kurdan_re_tuneye
Serokwezîrê Iraqê ragihand, vexwendina wî ya bo seredana Fransayê, tu têkiliya xwe bi kêşeyên li ser giştpirsiya li Herêma Kurdistana Iraqê re tuneye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2017 14:08 Asia/Tehran
  • Iraq: Sefera Ebadî bo Fransayê tu  têkiliya xwe bi giştpirsiya kurdan re tuneye

Serokwezîrê Iraqê ragihand, vexwendina wî ya bo seredana Fransayê, tu têkiliya xwe bi kêşeyên li ser giştpirsiya li Herêma Kurdistana Iraqê re tuneye.

Li gorî rapora ISNA`yê, ji zarê Ajansa nûçeyan a Reuters`ê, berî niha wezîrên karên derve û berevaniya Fransayê, dema sefera xwe ya bo Bexdayê li meha Tebaxê, Ebadî jibo sefera bo Fransayê vexwendibûn.

Her di vê çarçoveyê de, çavkaniyeka li nivîsgeha Êmanoel Mekron, serokkomarê Fransayê, ragihand ku Ebadî, vexwendina Fransayê ya jibo sefera wî jibo vî welatî, ji 5`ê Cotmehê va qebûl kiribû.

Di eynî demê de nivîsgeha Ebadî, ragihand ku vaxwendina Fransayê jibo sefera wî ya bo Parîsê, tu peywendî û têkiliya xwe bi giştpirsiya Herêma Kurdistanê re tuneye û armanca vê seferê, xurtkieina peywendiyên dualî û sekinîna li ser hewldanên li şerrê dijî terorîsmê ye.

Berpirsên Fransayê gotibûn ku sefera El Ebadî bo Parîsê bona gotûbêja li ser mesela giştpirsiya li Herêma Kurdistana Iraqê ye. Mekron vê dawiyê jibo navbeynkariya li qeyrana ku di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta navendî ya Iraqê de pêk hatiye, amadetiya xwe ragihandibû.

Li daxuyaniya ku ji aliyê nivîsgeha Ebadî hatiye weşandin, hatiye ragihandin ku li gotûbêjên vê dawiyê yên serokkomarê Fransayê, qet amajeyî pêwîstbûna bi fermînaskirina mafên Kurdan nehatiye kirin.