Sê hezar kes ji awareyên Hewîcê derbasî parêzgeha Kerkûkê bûn
Hevgavê pêşveçûnên artêşa Iraqê li navçeya Hewîcê li başûrê rojavaya Kerkûkê û têkçûna hêlînên herî dawîn ên koma terorîstî û tekfîrî ya DAIŞ`ê, di rojê de bi sedan kes ji xelkê van navçeyan ber bi Kerkûkê va diçin ta ku canê xwe rizgar bikin.
Li gorî rapora IRNA`yê, zêde ji sê hezar awareyên li Hewîcê ku para zêde jin û zarok in, duh şemiyê xwe gihandine parêzgeha Kerkûkê. Zêde ji 1200 kes ji aware jî îro yekşemiyê, xwe li gundê Mekteb Xalidê, nasandine hêzên Pêşmerge.
Çavkaniyên ewlehiyê piştî lêgerîn û lêpirsîna ji wan awareyan, wê bera wan bidine ber kempên taybetî awareyan.
Hêjayî gotinê ye ku di nava malbatên ku duh ji navçeyên bin lepên DAIŞ`ê revîne, jineka Êzidî jî hebû.
Rêxistinên Mafên Mirovan, texmîn kiribûn ku bi destpêbûna êrişên dijî koma terorîstî û tekfîrî ya DAIŞ`ê li Hewîcê, zêde ji 65 hezar kes aware bibin.
Hewîce ketiye başûrê rojavaya Kerkûkê û piştî sala 2014`an kete destê koma terorîstî û tekfîrî ya DAIŞ`ê.