Balafirgeha El-Malihe li başûra Hewîcê azad bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272825-balafirgeha_el_malihe_li_başûra_hewîcê_azad_bû
Hêzên Heşda Şebî ya Iraqê nîvroya îro karîn balafirgeha El-Maliheyê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê derxin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2017 11:18 Asia/Tehran
  • Balafirgeha El-Malihe li başûra Hewîcê azad bû

Hêzên Heşda Şebî ya Iraqê nîvroya îro karîn balafirgeha El-Maliheyê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê derxin.

Malpera Al-Iticah a Erkantiya Ragihandinê ya Heşda Şebî îro nivîsî ku rukna duyem a Heşda Şebî karî ku balafirgeha El-Malihe li başûra rojhilata Hewîcê azad bike.

Li gor daxuyaniya vê rukna Heşda Şebî, hêzên wê niha mijûlî jikarxistina bombe û maynên çandî li balafirgehê  ne.

Terorîstên DAIŞ`ê berî ku ji balafirgehê birevin gelek mayn û bombe li vê balafirgehê bona teqandinê danîbûn.