Birê ketina rêûresma Aşûrayê li Kerbelaya Muela bi pişkdariya milyonan zairên husêyînî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272821-birê_ketina_rêûresma_aşûrayê_li_kerbelaya_muela_bi_pişkdariya_milyonan_zairên_husêyînî
Ji ber hizûra milyonî ya ziyaretkirên husêyînî li Kerbelaya Muela bona birêxistina rêûresma Aşûrayê, dewleta Iraqê ragihand ku 4000 kes hêzên xwebexş bona dabînkirina ewlehiya zairan û alîkariya bi van zairan dixebitin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2017 11:04 Asia/Tehran
  • Birê ketina rêûresma Aşûrayê li Kerbelaya Muela bi pişkdariya milyonan zairên husêyînî

Ji ber hizûra milyonî ya ziyaretkirên husêyînî li Kerbelaya Muela bona birêxistina rêûresma Aşûrayê, dewleta Iraqê ragihand ku 4000 kes hêzên xwebexş bona dabînkirina ewlehiya zairan û alîkariya bi van zairan dixebitin.

her sal li rêûresma aşûraya husêyînî bi milyonan kes ji tazîdarên husêyînî xwe ji nav Iraqê û welatên cîhanê ji wan Îranê xwe digehînin Kerbelaya Muela .

Birêveberê îdara teranzîta parêzgeha îlamê li rojavaya îranê ragihand ku nîzikî 92 hezar ji îranê li 8 rojên bihurî ji sînorê Mêhranê û ji riya erdî çûne Kerbelayê.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Ser fermana Ebdul-Mehdî Kerbelayî nûnerê Ayetullah Sîstanî merceyê mezine şîeyên Iraqê, bilî viya ku teybîrên zave ewlehiyê ji bo tenahiya zairên husêyînî hatine berçavgirtin, gelek alîkariyên saxlemiyê jî bona zairan hatine berçavgirtin.

Herwisa bona dabînbûna ewlehiya tam li kerbelayê 1000 kemêra jî hatine danîn û berpirsên ewlehiya Kerbelayê jî daxwaza hevkariya zairan tev wan kirine.

Îro yekşemê 10 Muheremê salroja şehadeta salarê şehîdan Hezretê Îmam Husêyîn(S) îmamê sisyane şîeyan û heval û hogirên wî hezretî ye.

Îmam Husên (S), îmamê sêsiyane şî'eyan li vê rojê tevger û bizava Aşûrayê li ser xêmê fidakarî, canfidayî û emekdariyê ava kir û dîroka mirovaniyê tijî hemase û îsarê kir.

Serwer û salarê şehîdan li vê tevgera hemasî , dersa azadî û şerefê hînî miovan kir û bi xwîna xwe li Kerbelayê dara Îslamê av da û umeta Îslamê hişyar kir.