Ebadî: Em ji kurdan li hemberî her cure êrişek piştevaniyê dikin
Serokwezîrê Iraqê li peyamekê ragihand ku Bexda li hemberê her cure êrişek dijî kurdên vî welatî ji wan piştevaniyê dike.
Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ragihand; Herwisa ku dewleta Bexdayê ji welatên xwe yên nav axa vî welatî piştevaniyê dike dê piştevaniya kurdan jî bike.
Serwezîrê Iraqê herwiha gote kurdên Iraqê ku "Hûn welatiyên pileya yekem in li nav Iraqê û em ê rê nedinê ku ziyan bigihêje we û em dê pariyê nanê xwe bi we re parve bikin."
Wî ragihand ku Bexda li her cure êrişekî navxweyî û derveyî ser kurdên Iraqê piştevaniya kurdan dike.
Ev Gotinên Ebadî piştî vê yekê belav bûn ku artêşa Iraqê tev artêşa Tirkiyê li sînorên Herêma Kurdistana Iraqê meşqekî eskerî birê xistin ku bûye sebeba nîgeraniya kurdên vê herêmê.
Hadî Amirî serokê saziya Bedra Iraqê pêştir hişyarî dabû piştî giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê hêtimala şêr li vê herêmê heye.
Piştî giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê aloziyek di navbera Hewlêr û Bexdayê çê bûye.
Dewletên Îran, Iraq û Tirkiye dijberê lidarxistina giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê ne û daxwaza betalkirian wê dikin, lê serokê Herêma Kurdistana Iraqê dibêje ger pakêteka pêşniyarî ya guncaw ku cihanîna giştpirsiya Cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê li pêşerojê de garantî bike, were raberkirin, dê giştpirsiya niha paşde bixe.
Pêgiriya Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê ser lidarxistina giştpirsiya cidabûnê li 25 Îlona îsal li halekê ye ku konseya Ewlehiyê ya NY roja pênşemiyê bi daxûyaniyekê ser parastina hakimiyet, yekitî û yekperçetiya Iraqê tekez kir û daxwaza çareseriya pirsgirêkên navbera dewleta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê li çarçoveya qanûna bingehîn a Iraqê û ji riya gotûbêjên kêrhatî kir.