Teqînekî terorîstî li bajarê Hîtê li parêzgeha Enbarê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272807-teqînekî_terorîstî_li_bajarê_hîtê_li_parêzgeha_enbarê
Bingehên nûçan yên Iraqê ji teqînekî terorîstî li nav bajarê Hîtê li parêzgeha El-Enbarê xeber dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2017 07:59 Asia/Tehran
  • Teqînekî terorîstî li bajarê Hîtê li parêzgeha Enbarê

Bingehên nûçan yên Iraqê ji teqînekî terorîstî li nav bajarê Hîtê li parêzgeha El-Enbarê xeber dan.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Bingehên nûçan yên Iraqê şemê şev ragihandin; Ji ber teqîna erebeyekî bombekirî li ser riya karwana tîpa 29 a artêşa Iraqê li nav bajarê Hîtê li parêzgeha El-Enbarê hinek ji welatiyên vî welatî hatine kuştin yan jî birîndar bûn.

Roja şemiyê herwisa ji ber teqînekî terorîstî li navça El-Sekelat li derûdora Ebûqureyîbê li rojavaya Bexdayê kesek hate kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li sala 2014 bi palpiştiya Amerîka û birek ji welatên navçeyî êrişî nav axa Iraqê kir û parek ji axa vî welatî dagîr kir lê ji ber mêrxasiya hêzên artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî zêde ji sedî 90 ji axa dagîrbûyî ji destê terorîstan azad bû û derbeyekî giran li terorîstan ket û gelek ji van terorîstan hatine kuştin yan jî birîndar bûn.