Derbeya girane hêzên iraqî bi terorîstan li qunaxa dudyane operasiyona azadkirina Hewîcê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272791-derbeya_girane_hêzên_iraqî_bi_terorîstan_li_qunaxa_dudyane_operasiyona_azadkirina_hewîcê
Hêzên iraqî li qunaxa dudyane operasiyona azadkirina Hewîcê ji destê terorîstên DAIŞ`ê derbeyên giran li terorîstan xistin û gelek ji terorîstan jî kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2017 06:52 Asia/Tehran
  • Derbeya girane hêzên iraqî bi terorîstan li qunaxa dudyane operasiyona azadkirina Hewîcê

Hêzên iraqî li qunaxa dudyane operasiyona azadkirina Hewîcê ji destê terorîstên DAIŞ`ê derbeyên giran li terorîstan xistin û gelek ji terorîstan jî kuştin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hêzên iraqî li roja dudiyan a qonaxa duwem a azadkirina Hewîcê li parêzgeha  Kerkûkê karîn ku  gundên  El-Sediyê, El-Ceferiyê û El-Werdiyê ji lepên  teorîstên  DAIŞê azad bikin.

 Eva li halekê ye ku  hêzên xwebexş ên  gelanî û rawestana li ber terorûîzma Iraqê gihêştin deriyên   gundê Hemîzê li başûrê Hewîcê.

 Ji aliyê din ve Raid Şakir Cewdet fermandê polîsê federal ê Iraqê got ku hêzên  polîs û hêzên xwebexş ên gelanî, gundên  El-Sediye, El-Ceferiye û girikên  El-Zehebê, Ubeyd û Ebûsexreyê ji lepeên  terorîstên DAIŞê azad kirin. Wî bal kişand ser dewama  pêşdeçûna  hêzên polîsê federal ê Iraqê ber bi bajarê Hewîcê û got: Terorîstên  DAIŞê li rojava  Hewîcê  bi awayekî berfireh işkest xwarine.

 Hêzên  xwebexş ên gelanî û hêzên ewlehiyê yên Iraqê pêştir  ji  çiyayên  Mekholê li parêzgeha  Selahedînê xistibûn bin kontrola xwe.

 hêzên iraqî duh taxa  Ebasî li başûrê rojava Kerkûkê tam ji lpeên  DAIŞ azad kirin.

Hhêzên artêş û Heşdi Şeibîyê vê sibê qonaxa duyem a opêrasyona azadkirina Hewîcê li başûra rojavaya Kerkûkê ji sê mêhweran ve dest pê kirin.

Televîzyona Al Mayadeen a Libnanê jî ragihand, berî ku hêzên iraqî qonaxa duyem a opêrasyona azadkirina Hewîcê dest pê bikin, balafirên cengê yên vî welatî çeperên koma têrorîst a DAIŞ`ê li vê herêmê dan ber bombeyan.

Çavkanîyên nûçan ragihandin ku hêzên iraqî li dewama pêşdaçûna xwe li bajarê Hewîcê, çend deverên din ji lepên DAIŞ`ê azad kirin.

Ehmed Xorşîd endamê konseya bajarê Hewîcê di vî warî de got: Hêzên têkoşîna dijî têrorîsmê û polîsên fêdêral ên Iraqê di encama opêrasyoneke taybet de devera Ebasî û 8 gundên derdora wê ji wan Şawûk, Eyûn, Tariqîye û Til Elî ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin û derbên giran li têrorîstan xistin.

Qonaxa yekem a opêrasyona azadkirina Hewîcê, çepera herî girîng a DAIŞ`ê li bakûra Iraqê di 21`ê Îlonê de destpê bû û bi awayekî serkevtî bi dawî hat.

Navenda propaganda şêrr a Iraqê ragihand ku hêzên iraqî di encama vê opêrasyonê de 63 gund azad kirin.