Azadkirina 26 gundan li Hewîca Iraqê
Fermandê giştî yê operasyona azadkirina Hewîca Iraqê raghand: Hêzên polîsê federal û Heşda şebî yên Iraqê karîne ku ji vê sibê şemiyê, 26 gundan azad bikin.
Li gorî rapora roja şemiyê ya kanala Someriye Newsê, serleşkirê erkantiyê, Ebdulemîr Reşîd Yarullah fermandê operasyona azadkirina Hewîcê bi raghandina vê nûçeyê got. Hêzên iraqî tim li halê pêşdeçûnê ne.
Berdevkê Rêxistina rawestana li ber terorîzma Iraqê jî li bara serdestiya hêzên çekdar ên vî welatî ser nîva bajarê Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê agahî da.
Di eynî demê de Ela Qanemî, berdevkê fermandehiya polîsê Kerbelayê li bara cihanîna operasyoan eskerî ya berevaniyê li çolên bakurê parêzgeha Kerbelayê agahî da û got: Ev operasyona li asteke berfireh bi beşdariya hêzên hevpar ji fermandehiya operasyona Firatê û polîsê Kerbelayê bi armanca dabînkirina ewlehî û aramiyêli navçê hat lidarxistin.
Qanemî got: Li vê operasyona berevaniyê, zêde ji 160 rakêt û hawan ji aliyê tîpa sisyan a polîsê Kerbelayê keşf bû.
Li gor nûçeyeke din Wehab El-Taî şêwirmendê medyyaî yê wezareta dreve ya Iraqê raghand: Komeke taybet ji dayîra lêzanînên Bexdayê bi hevkariya Rêxistina rawestana li ber terorîzmê û fermandehiya operasyona Bexdayê karîn ku endamên komeke fermanên giring ên DAIŞê û hejmarek ji sebebkarên întiharî li navça Melaliyê ser bi bajarê Keremeyê li nêzîkî Bexdayê bikujin.
Wî her wiha got: Kesên hanê bi armanca êrişa ser Kazimêynê li roja Aşûrayê plan didarêştin.
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê hemî salê jibo dabînkirina ewlehiya mersima Aşûrayê li Bexdayê û parêzgehên din bitaybet bajarê Kerbelayê li navçên curbicur bicih dibin.