kuştiyek û du birîndar li encama teqîna bombeyê li rojava Bexdayê
Çavkaniyeke ewlehiyê îro raghand ku li encama teqîna bombeyê li rojava Bexdayê li paytexta Iraqê kesek hat kuştin û du kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, û ji zarê ajansa nûçan a Waê vê çavkaniyê her wiha got: Bombe li kêleka riyekê li navça El-Seklatê ser bi bajarê Ebûqureynê li rojava Bexdayê teqî. Li gorî gotina vê çavkaniyê ambolans bi zûtirkê li wir hazir bûn û yên birîndrabûyî rakirin nexweşxaneyê. Berêvara çarşemiya hefteya buhurî jî trimbêleke bombekirî li navça Bab El-Muezemê li navenda Bexdayê teqî ku li encama wê du kes hatine kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.
Iraq ku ji 2014`an ve rastî qeyrana dagirkirina hin bajarên xwe ji aliyê grûpa terorîstî ya DAIŞê hatiye, kariye zêde ji sedî 90 ê axa xwe ji lepê terorîstên DAIŞ`ê paqij bike.
Terorîstên DAIŞê piştî işkesên berdewam li hember hêzên iraqî bitaybet li parêzgeha Neynewayê zêdetir ji berê berê xwe dane teqînên kor û kuştina xelkê sivîl li bajarên curbicure Iraqê.