Azadkirina çend navçên din li Hewîcê û dewama pêşdeçûna hêzên iraqî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272761-azadkirina_çend_navçên_din_li_hewîcê_û_dewama_pêşdeçûna_hêzên_iraqî
Pêşdeçûna hêzên iraqî jibo azadkirina bajarê Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê tim didome.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 30, 2017 14:16 Asia/Tehran
  • Azadkirina çend navçên din li Hewîcê û dewama pêşdeçûna hêzên iraqî

Pêşdeçûna hêzên iraqî jibo azadkirina bajarê Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê tim didome.

 Li gorî rapora Tesnîm Newsê, hêzên iraqî li roja dudiyan a qonaxa duwem a azadkirina Hewîcê li parêzgeha  Kerkûkê karîn ku  gundên  El-Sediyê, El-Ceferiyê û El-Werdiyê ji lepên  teorîstên  DAIŞê azad bikin.

 Eva li halekê ye ku  hêzên xwebexş ên  gelanî û rawestana li ber terorûîzma Iraqê gihêştin deriyên   gundê Hemîzê li başûrê Hewîcê.

 Ji aliyê din ve Raid Şakir Cewdet fermandê polîsê federal ê Iraqê got ku hêzên  polîs û hêzên xwebexş ên gelanî, gundên  El-Sediye, El-Ceferiye û girikên  El-Zehebê, Ubeyd û Ebûsexreyê ji lepeên  terorîstên DAIŞê azad kirin. Wî bal kişand ser dewama  pêşdeçûna  hêzên polîsê federal ê Iraqê ber bi bajarê Hewîcê û got: Terorîstên  DAIŞê li rojava  Hewîcê  bi awayekî berfireh işkest xwarine.

 Hêzên  xwebexş ên gelanî û hêzên ewlehiyê yên Iraqê pêştir  ji  çiyayên  Mekholê li parêzgeha  Selahedînê xistibûn bin kontrola xwe.

 hêzên iraqî duh taxa  Ebasî li başûrê rojava Kerkûkê tam ji lpeên  DAIŞ azad kirin.