Azadkirina çend navçên din li Hewîcê û dewama pêşdeçûna hêzên iraqî
Pêşdeçûna hêzên iraqî jibo azadkirina bajarê Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê tim didome.
Li gorî rapora Tesnîm Newsê, hêzên iraqî li roja dudiyan a qonaxa duwem a azadkirina Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê karîn ku gundên El-Sediyê, El-Ceferiyê û El-Werdiyê ji lepên teorîstên DAIŞê azad bikin.
Eva li halekê ye ku hêzên xwebexş ên gelanî û rawestana li ber terorûîzma Iraqê gihêştin deriyên gundê Hemîzê li başûrê Hewîcê.
Ji aliyê din ve Raid Şakir Cewdet fermandê polîsê federal ê Iraqê got ku hêzên polîs û hêzên xwebexş ên gelanî, gundên El-Sediye, El-Ceferiye û girikên El-Zehebê, Ubeyd û Ebûsexreyê ji lepeên terorîstên DAIŞê azad kirin. Wî bal kişand ser dewama pêşdeçûna hêzên polîsê federal ê Iraqê ber bi bajarê Hewîcê û got: Terorîstên DAIŞê li rojava Hewîcê bi awayekî berfireh işkest xwarine.
Hêzên xwebexş ên gelanî û hêzên ewlehiyê yên Iraqê pêştir ji çiyayên Mekholê li parêzgeha Selahedînê xistibûn bin kontrola xwe.
hêzên iraqî duh taxa Ebasî li başûrê rojava Kerkûkê tam ji lpeên DAIŞ azad kirin.