El-Esedî: Giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê armancên DAIŞ`ê dişopîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272723-el_esedî_giştpirsiya_herêma_kurdistana_iraqê_armancên_daiŞ_ê_dişopîne
Berdevkê Hêzên Gelanî yên Iraqê ragihand ku giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê neqanûnî ye û netîca vê giştpirsiyê bixeter e û nedihate pêşbînîkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 30, 2017 08:12 Asia/Tehran
  • El-Esedî: Giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê armancên DAIŞ`ê dişopîne

Berdevkê Hêzên Gelanî yên Iraqê ragihand ku giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê neqanûnî ye û netîca vê giştpirsiyê bixeter e û nedihate pêşbînîkirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Ehmed El-Esedî berdevkê Hêzên Gelanî yên Iraqê li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona El-Meyadîn bal kişande ser viya ku Mesûd Barzanî Herêma Kurdistana Iraqê bi curekî neqanûnî îdare dike destnîşan kir: Giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê hema hedef û armancên terorîstên DAIŞ`ê ku parçekirina axa Iraqê bû, didomîne.

El-Esedî bal kişande ser pêwîstiya parastina yekparçetiya axa Iraqê û ragihand: Heşda Şeibî îznê nade ku kesên cudayîxwaz welatiyên kurd ji birayên xwe yên iraqî cuda bikin.

Berdevkê Hêzên Gelanî yên Iraqê bal kişande ser viya ku tenê Rejîma Siyonîstî piştevanê giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê bûye got: Hedefa Îsrayîl tenê alozkirina rewşa nav Iraqê ye.

Tenê çend roj piştî giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê , rexneyên zav dijî vê kiryara neqanûniye Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê destpê bûne.

Giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê terseyî neyariyên zave navçeyî û navnetewî li roja 25 Îlonê birê ket .