Kontrolkirina derbasgehên sînorî yên Herêma Kurdistana Iraqê bi hevahengiya Têhran û Enqerê
Wezareta berevaniya Iraqê ragihand: Kontrolkirina derbasgehên sînorî yên Herêma Kurdistana Iraqê dê ji îro şemiyê ve û bi hevahengiya Têhran û Enqerê cih were.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Wezareta berevaniya Iraqê li daxûyaniya xwe ya şeva îniyê ragihand ku sê karwanên artêşa Iraqê derbasgehên sînorî yên Herêma Kurdistana Iraqê dê kontrol bikin û Îran û Tirkiyê jî dê hevkariya Iraqê bikin.
Gor vê raporê yek ji van derbasgehên ku dê bê kontrolkirin, Îbrahîm Xelîl e ku li sînorê Iraqê û Tirkiyê ne û du derbasgehên Hac Umran û Başmaqê jî di navbera Îranê û Iraqê ne ku qirare ji îro şemiyê bêne kontrolkirin.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja îniyê li daxûyaniyekê li bara serdestiya dewleta navendî ser sînoran û derbasgehên Herêma Kurdistana Iraqê got: Ev kirayar bi armanca girtina pêşiya qaçaxê û fesadê cih tê û kiryara tenbêkirinê li dijî Herêma Kurdistana Iraqê nîne û eva li hemî welatên cîhanê heye.
Osman Qanimî serokerkantiya artêşa Iraqê ku hefta bihurî seredana Îranê kir pêncşemiya bihurî tev taximekî îranî seredana xalên sînorî yên di navbera du welatan kir.